Qeyûma Cizîrê di 2 rojan de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî eşyayên şaredariyê hîbe kir 2024-04-09 09:04:46 ŞIRNEX - Derket holê ku qeyûma Cizîrê Nazlî Demîr ku kûpaya tîma voleybolê ya şaredariyê bi dest xistibû jî bi xwe re biriye, di 2 rojên dawî de hin amûrên şaredariyê yên bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 582 TL'yî hîbeyî hin saziyan kiriye.  Qeymeqam Nazli Demîr a ku qeyûma Şaredariya Cizîr a Şirnexê bû, piştî ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinan de bi ser ket, çû ser wezîffeya xwe. Hat hînkirin ku qeyûm Demîrê, kûpaya ku Tîma Voleybolê ya Mêran a Şaredariya Cizîrê ku di 21'ê Îlona 2022'yan de Tîma KV Peja ya Kosovayê têk biribû û qezenc kiribû, bi xwe re biriye.    Kûpa, li odeya şaredar dima. Di hemû wêneyên ku qeyûm Demîrê kişandine kûpa xuya dike.    Qeyûm Demîrê tenê kûpa bi xwe re nebiriye, hat hînkirin ku perde û pênûsdanka li ser maseyê j bi xwe re biriye.    Qeyûmê Demîrê berî ku ji şaredariyê biçe di 29'ê Adarê de bi bihayê 7 milyon û 339 hezar û 579 TL'yî amûr û eşyayên şaredariyê hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê, Miftîtiya Navçeyê, Nexweşxaneya Dewletê, Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Qeymeqamtiyê kiriye. Di nava eşyayên hatine hîbekirin de televîzyon, camên neşikîner ên televîzyonan, klîma, kulîlk, firçe, prîz, qabloyên ceryanê û qamyonet jî hene.    Fiyetê amûrên ku qeyûm Demîrê dane saziyên cuda ev in:    "*Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Cizîrê: 3 milyon û 294 hezar û 824 TL   *Midûriyeta Polîsan a Cizîrê: Milyon û 561 hezar û 800 TL   *Qeymeqamtiya Cizîrê: 652 hezar û 185 TL   *Miftîtiya Cizîrê: 993 hezar û 637 TL   *Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê: 519 hezar û 350 TL   *Nehat hînkirin ku hîbeyî kê hatiye kirin: 317 hezar û 786 TL    YEKÛN: 7 milyon û 339 hezar û 579 TL."    Demîrê qamyonet, klîma, qamera, amûrên qeydkirinê, tablet, taximê maseyan, sendelye, makîneya çayê, dezgeh, maseyên xebatê, pirtûkxane, dolab, komputer, sarinc, pompeyên avê, dep, amûra dawrivandina avê, qoltixa sekreter, textebend, bisiklêt, ocaxa metbaxê, kamelya, tûpê tefandina agir, ref, sîwan, maseya xwarinê, makîneya şûştinê, televîzon, prîzên ceryanê, mînubus, endokntîk mîkromotor, wênegirt, dedeoktor, amûrê X-Rayê û hwd. firotine.    MA / Omer Akin