Navên cerdevanên ku dê tev li operasyona derveyî sînor bibin derket holê 2024-04-09 11:34:30 WAN - Desthlata AKP û MHP li Herêma Federe ya Kurdistanê plansaziya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) xwe gihand lîsteya cerdevanên ku dê ji Colemêrg û navçeya wê Geverê tev li operasyona leşkerî bibin.  Li gorî agahiyên nûçeyê Tirkiye ji derve bi piştgiriya hikûmeta navendî ya Iraqê û PDK’ê, di hundir de jî bi tev li kirina cerdevanan dixwaze bi operasyoneke nû, şer gur bike.    Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Navendî ji bo operasyona derveyî sînor sedan cerdevan peywirdar kir. Li gorî agahiyên nûçeyê cerdevan ji hêla 34’emîn Fermandariya Tugaya Hidûdê û 51’emîn Fermandariya Tugaya Komandoyan hatine peywirdarkirin. Her wiha agahiyên cerdevanan ên nav, paşnav, ji cihê ku lê ne, hejmara telefonan, hejmara wan a nasnameyê û heya koma xwîna wan di nava lîsteya hatiye weşandin de cih digire.