Ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya aştî û azadiyê 2024-04-09 11:37:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan Cejna Remezanê pîroz kirin û hêvî kirin ku cejn bibe wesîleya aştî û azadiyê.    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya Cejna Remezanê peyama pîrozbahiyê weşandin. Di peyama xwe de hevserokan hêvî kirin ku Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê.    Peyama Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê wiha ye:   “Em Cejna Remezanê li temamê civaka Îslamê pîroz dikin, hêvî dikin ku bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û berê.   Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û adilane dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.    Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin. Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di pêvajoya pêşiya me de xurttir derkeve pêş.    Bi vê wesîleyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dan û têkoşîna demokrasiyê mezin kirin û cejna me du qat zêde kirin, em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn, em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û îradeya me hemûyan parastin û hemû dek û dolab xera kirin.    Em Cejna Remezanê pîroz û bimbarek dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyê cîhanê bigihîje serfiraziyê.”