Li Êlihê şer derket: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da 2024-04-09 13:05:08   ÊLIH - Di şerê li Taxa Cumhuriyetê derketiye de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.    Li Êlihê duh bi şev di navbera di komên hevrik de şer derket û hat zanîn ku welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên bi est ketine duh bi şev saet 01.00’an de li Taxa Cumhuriyetê di navbera du komên hevrik de ji ber sedemeke nediyar şer derket. Şer her ku çû mezin bû û welatî bi dar, kevir û çekê tev li şer bûn. Welatiyê bi navê Veysel Kapar (33) di şer de pê çekê bi giranî birîndar bû.    Li gel agahîdayînê, tîmên tenduristî û polîsan hatin li cihê bûyerê. Kapar piştî mudaxileya ewil sewqî nexwexaneyê hate kirin û tevî hemû mudaxileyan jiyanan xwe ji dest da. Cenazeyê Kapar ji bo kar û barên otopsiyê werin kirin, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.    Lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin berdewam dike.