Li gelek navendan serdana goristanan: Em ê felsefeya wan bidin jiyîn 2024-04-09 15:39:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran serdana gora kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, hate kirin. Kesên serdana goristanan kirine, bertek nîşanî texrîbkirina goristanê dan û wiha gotin: “Çi bikin bila bikin, bi hezaran salan êriş bikin jî dê ev berxwedan bi ser bikeve.”    Li Amedê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şarastaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), serdana goristanan hate kirin.    Gelek gorên di Goristana Sisê de ji aliyê hin kesên nasnameya wan nediyar ve hatin texrîbkirin. Malbat bertek nîşanî rewşê dan û anîn ziman ku ew ê li dijî neqehî û zilmê li ber xwe bidin.    ‘BI HEZARAN SAL BIDOME JÎ DÊ BERXWEDAN BI SER KEVE’   Serokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç îşaret li şehîdên demokrasiyê yên gorên wan hatine texrîbkirin kir û anî ziman ku ew di oxira jiyaneke birûmet de canê xwe dane. Kiliç wiha axivî: “Ew ê tim di dilê me de bin. Em ê felsefeya ku wan di oxira wê canê xwe feda kirine, her tim bidin jiyîn. Fêmkirina doz û felsefeya wan deynê me ye. Heta em digihijin armancên wan têkoşîn ser me ferz e. Em jî dê li ber xwe bidin. Yên li hemberî me divê baş zanibin ku çi bikin bila bikin, hezaran salan jî êriş bikin dê ev berxwedan bi ser bikeve.    Kiliç bertek nîşanî texrîbkirina goristanê da û wiha got: “Yên ku dixwazin nîgara herî xirab bibînin, bila berê xwe bidin goristana Sîsê. Ev çi ferasetekî qirêj û êrişkarî ye. Em vê feraseta qirêj şermezar dikin û lenetê lê tînin. Bila ew baş zanibin ku dê şehîdên me di dilê me de bijîn. Em soz didin ku dê şopdarê wan bin.”    ÇEMÊ ELÎKA   Şande piştî Amedê, derbasî Goristana Çemê Elîka bû. Şande bi diruşma “Şehîd namirin” ket goristanê, û dia xwend. Hat dîtin ku gelek gorên li vê goristanê jî hatine texrîbkirin. Kêlên ku navên kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin şikandin. Malbat bi lorikan perçeyên kêlê miriyên xwe kom kirin. Di bîranînê de sekreterê berê yê MEBYA-DER’ê Kasim Pervane bi gotina, “Li hember miriyên me jî rêzgirtina wan nîn e” bertek nîşanî rewşê da û wiha got: “Şehîdgeha me talan kirine. Em vê yekê qebûl nakin.”   TURKOGLU: EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVIN   Di serdanê de Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê û Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû bal kişand ser şikandina kêlên li goristanê û ev tişt gotin: “Em li vê derê bêtehemûliya konsepta şer dibînin. Polîtîkayên qedexeker ên desthîla  AKP’ê û MHP’ê nirxên mirovahiyê ser û bin kirin. Heke îro em karibin jiyana xwe bi awayeke rûmet bidomînin, ev bi saya berdêlên ku hevalên me dane ye. Em ê xwedî li nirxên ku mirovahiyê ava kirine, derkevin. Dibe ku ew nikaribin tehemûl bikin lê belê em ê bi têkoşîna xwedî lê derdikevin, jiyaneke birûmet ava bikin. Em ê xwedî li nirxên xwe derbikevin.”     PÎRAN   Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amed û navçeya Pîranê bi boneya Cejna Remezanê serdana Goristana Pîrêjmanê kirin. Leşker di têketina Gundê Pîrêjmanê de pêşî li  partiyiyan girtin û bi hinceta biryara  qedexeyê ya walîtiyê heye, nehiştin partiyi ber bi goristanê ve biçin. Bi ser vê yekê partiyiyan li Gundê Pîrêjmanê daxuyaniyek da û vê nêzîkatiyê şermezar kir.   Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk di daxuyaniyê de axivî û da zanin nahêlin wecîbeya olî jî were pêkanîn. Ozturk, bal kişand ser rewşa waliyê ku nahêle li ser gorê fatîhayek jî were xwendin. Ozturk, da zanîn ku tu endam, rêveber, sazî û komeleyên wan vê sekna qedexeker ji bîr nake û wiha axivî: “Hemû hevalên me xwedî li nirxên xwe derketine û dê ji niha pê ve jî xwedî derbikevin. Ev kiryar bêfeyde ne û çareserî nîn in. Ev tişta ku em dixwazin bikin, erkeke olî ye. Kesên ku dibêjin 'Em olê diparêzin û hurmeta me ji olê re heye' bêhurmetiya herî mezin li olê dikin. Ev qedexe dijî mirovahiyê, dijî olê, dijî wijdan û exlaqê ye.”   Ozturk, diyar kir ku yên serdikevin dê kesên ji bo nirxên xwe bedeldayî bin û axaftian xwe wiha bi dawî kir: “Sekna gelê me dê serbikeve û serkeftin jî bi xwe re azadiyê tîne. Berdêlek wisa hat dayîn ku gelekî ji tunebûnê xelas kirin û îro ev gel li ser pêyan e, xwedî îrade ye û roj bi roj ev îrade xurttir dibe. Ev îradeya gelê me dê van qedexeyan ji holê rake. Em ê bi vê îradeyê qedexeyan têk bibin.”   Piştî daxuyaniyê girse serdana kesên di têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane kirin û dia xwendin.    EDENE   Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) ê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristanên Kuçukoba, Asrî, Buruk, Akkapi, Ceyhan Asrî û Mutlu yên di navçeyên Seyhan, Ceyhan û Yuregîrê de kirin. DEM Partî, Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û gelek kes tev li serdanan bûn. Şande gul danîn ser gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane û dia xwendin.    MÊRDÎN   Rêveberên partiyê siyasî û saziyên demokratîk ên sivîl û hevşaredarên DEM Partiyî yên navend û navçeyan li navçeyên Merdînê yên Qoser, Nisêbîn, Kerboran, Artuklu, Stewr, Şemrex û li gelek cihan serdana gora kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane kirin. Şandeya goristanan ziyaret kiriye bi ser têkoşîna kesên di oxira azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane axaftin kirin.    Serokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday bi ser gora ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Ferhat Kurtay axivî. Kuday anî ziman ku ew li ber bîranîna têkoşerên azadî û demokrasiyê bejna xwe ditewînin. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mîhdî Tunç li ser gora Ahmet Araç ê di serhildarana 2006’an de li Qoserê hatibû qetilkirin axivî. Tunç bi bîr xist ku hêj jî faîlên qetlîamê nehatine dîtin û anî ziman ku ew ê têkoşîna Araç bidomînin.    ŞIRNEX   Li Şirnexê jî bi pêşengtiya Komeleya Çand, Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER) serdana goristanan hate kirin. Parlamenterên DEM Pratiyê yên Şirnexê Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn.   Ji ewil Goristana Asrî ya Cizîrê hate ziyaretkirin. Piştre jî çûn serdana gora Orhan Dogan. Girse piştî serdana Goristana Asriyê derbasî Goristana Yafesê bû. Li vir dua hatin kirin û DEM Partiyiyan êşa malbatan parve kirin. Di heman demê de Goristana Nalo Ro ya li navenda Şirnexê û yên asrî yên navçeyên Silopiya û Hezexê jî hatin ziyaretkirin.    ÎZMÎR   Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (ANYAKAY-DER), Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya EGE’yê (EGE-TUHAYDER) bi wesîleya Cejna Remezanê serdana goristanan kirin. Şande di goristanên Dogançay û Ornekkoyê serdana Berna Koç û Ayşe Denîz ên di qetlîama 10’ê cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û kesên di têkoşîna azadiyê de jyana xwe ji dest dane kirin.   WAN   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi wesîleya cejna Remezanê li gelek taxan serdana goristanan pêk anî. Parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Mahmut Dîndar,Zulkuf Uçar,Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Jiyana xwe Ji Dest dane (MEBYA DER),Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Ciwanan, rêveberên DEM Partî Û DBP’ê tevli bûn.   Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar di serdana goristanan de axivî û go: “Em bi saya şehîdên Kurdistanê di riya xwe de dimeşin. Em saya wan hene. Em şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin.”