Binpêkirinên di dema protestoyên Wanê de: 264 kes hatin binçavkirin, 27 kes hatin girtin 2024-04-09 15:41:44   WAN - Navenda Mafên Mirovan a Wanê, ÎHD û OHD’a Wanê binpêkirinên di protestoyên Wanê de eşkere kirin. Hat gotin ku gelek gaz, ava şid, guleyên plastîkê hatine bikaranîn û gelek welatî birîndar bûne û hatine binçavkirin.    Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di protestoyên Wanê de raporek amade kirin. Rapor li Eywana Konferansan a Tahir Elçî hate ragihandin. Gelek rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salih Coşkun pêvajoya biryara paşvegirtina îadekirina mafên qedexekirî ya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi bîr xist. Coşkun, da zanîn ku xelkê Wanê jî xespkirina îradeya xwe qebûl nekir û çalakiyên protestoyî li dar xistine. Coşkun, diyar kir ku dema gel çalakî li dar dixist, hêzên ewlekariyê bi awayekî tund mudaxile kirine, îşkence û muameleya xerab krine. Coşkun, got ku Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, OHD û ÎHD’ê jî ji bo şopandina rewşê maseya krîzê ava kirine û bi rêya parêzerên dilxwaz li qadê çavdêrî û tespît kirine.    BINPÊKIRIN HATIN RÊZKIRIN   Bi domdarî Coşkun binpêkirinên mafan ên di çalakiyên di navbera 2-3’yê nîsanê de hatine kirin wiha rêz kir:    “* Di 2’yê nîsanê de hemû kolanên ber bi avahiya DEM Partiyê ya Bajar ve diçûn bi TOMA, wesayîtên zirxî û komê polîsan ve hatin girtin. Bi sedan kes li baxçeyê partiyê bi awayekî fiîlî binçavkirî man û nehiştin ji wir derkevin. Gaza îsotê avêtin hundirê avahî, ava şid û fîşekên plastîk hatin avêtin. Gelek welatî ji ber kapsulên gazê birîndar bûn. Dorpêç di tevahiya rojê de dom kir.    * Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û rêveberiyên partiyê tevî welatiyên li avahiya partiyê ber bi Cadeya Cumhuriyetê ve meşiyan. Hêzên ewlekariyê bêyî hişyariyê bikin gazên îsotê, ava şid û fîşekên plastîk êriş kirin. Di encama mudaxileya bêsînro de gelek welatî birîndar bûn û ji ber zêde bikaranîna gazê ser hişê xwe çûn.    * Di 2’yê nîsanê de xelkê Wanê ji bo piştevaniya bi DEM Partî û Abdullah Zeydan re, li Kolana Cumhuriyetê, cadeyên Kazim Karabekîr, Îkî Nîsan, Zubeyde Hanim, Mîllî Egemenlîk, On Beş Temmuz Şehitleri, Kolana Valî, Qada Beşyolê û kolanên li derdorê çalakî li dar xistin. Di vê navberê de hema hema tevahiya artelên sereke yên bajar bi TOMA, wesayîtên zirxî û polîsan hatin girtin û li dijî welatiyan êrişeke tund hate kirin. Di encama mudaxileya bi gaza îsotê û ava şid de 26 kes bi lêdanê hatin binçavkiririn ku ji van 2 jê parêzer bûn.    * Dema çalakî didomiyan, Walîtiya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakî, xwepêşandan û meş di navbera 2’yê nîsanê saet 23.45’an heta 3’yê nîsanê hatine qedexekirin. Her wiha ketina bajar û derketin qedexe kir.    * Di 3’yê nîsanê de bi tevlibûna Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterên DEM Partî, CHP û TÎP’ê, Leyla Zana û Başak Demîrtaş li Cadeya Cumhuriyetê daxuyanî û meş hat lidarxistin. Cade ji hêla TOMA, wesayîtên zirxî û polîsan hatibûn girtin û hêzên ewlekariyê bi hinceta biryara walîtiyê xwestin asteng bikin. Hêzên ewlekariyê bi gazên îsotê û ava şid mudaxile kirin, parlamenter û rêveberên partiyê jî gelek kes rastî muameleya xerab hatin. Her wiha 230 welatî bi lêdanê hatin binçavkirin.    * Serokê TBB’ê Erînç Sagkan, serokên baroyên herêmê, hevserokên ÎHD, OHD û şaxên herêmê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl di 3’yê nîsanê de li pêşiya Edliyeya Wanê daxuyanî dan û ber bi navenda bajar ve meşiyan. Li dijî wan êrişeke tund hate kirin, 7 jê parêzek, yek jê rojnameger û welatiyekê dimeşiya, bi giştî 9 kes bi lêdanê hatin binçavkirin û ji pişt ve hatin kelemçekirin   * Di 3’yê nîsana 2024’an saet derdora 18.30’an de YSK’ê biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar betal kir û mazbata da Abdullah Zeydan. Li ser vê yekê protesto sekinîn lê dorpêça hêzên ewlekariyê dom kir. Welatiyên ku dixwestin vê biryarê pîroz bikin, li derdora Navenda Kar a Ezbercîlerê rastî êrişa bi gaza îsotê, ava şid û fîşekên plastîk hatin. Dîmenên van êrişan hatin parvekirin.    * Li gorî daneyên di destê me de, di dema mudaxileya protesteyan de bi giştî 264 kes bi lêdanê hatin binçavkirin, ji van 27 jê hatin girtin, sedema girtinê jî bêdelîl in û tenê hincetên keyîf ê ne razber ên polîsan in, 134 kes rastî îşkence û muameleya xerab hatin.”    Li ser navê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Burcu Şeber jî bendên xala 10’emîn a Peymana Mafên Mirovan (PMME) a Ewropayê xwend.    Hat diyarkirin ku dê hûrgiliyên têkildarî mijarê di demekî pêş de bên parvekirin.