Îtîraza ji bo Qersê qebûl nekirin: Bi ‘hilbijêrên veguhestî’ îpotek danîn ser vîna gel 2024-04-09 16:09:49   QERS - Partiyiyên ku neqebûlkirina îtîraza DEM Partiyê ya li dijî hilbijartinan a li Qersê protesto kirin, anîn ziman ku bi ‘hilbijêrên veguhestî’ vîna gel hatiye îpotekkirin.    Bertekên li dijî mudaxileya bi hilbijêrên veguhestî ya li encamên hilbijartina 31’ê Adarê ya Qersê berdewam dikin. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî mijarê li ber avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, parlamenterê Agiriyê Necla Demîr, namzetê hevşaredariyê yê Qersê Kenan Karahanci, endamên meclisa şaredariyê û endamên Meclisa Giştî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Seyfettîn Gonel anî ziman ku li Qersa ku 4 hezar û 180 hilbijêr anînê hilbijartin hatiye dizîn, ne rewa ye û wiha got: “Bi encamên vê hilbijartinê li dijî vîna gelê Qersê dîsa qeyûm hatiye tayînkirin. Vê carê ne ji kesê hatiye hilbijartin ji di sindoqê de ji hilbijêran re qeyûm hatiye tayînkirin. Bi vî awayî dixwazin feraseta qeyûm li Qersê bidomînin.”   Gonel, destnîşan kir ku ‘hilbijêrên veguhestî’ bi awayekî blok deng dane MHP’ê û bi vî awayî şaredarî derbasî vê partiyê bûye û bi lêv kir ku kesê mazbata danê di çavên gel de ne rewa ye. Gonel, da zanîn ku îtîraza têkildarî hilbijartinan bi dîmenan pêşkeşî YSK’ê hate kirin nehatiye qebûlkirin û bi lêv kir ku li dijî neheqiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn anî ziman ku bi leşker û polîsên weke “hilbijêr” veguhestine Kurdistanê li dijî vîna gel şer hatiye destpêkirin.    Hûn ê bi lêv kir ku bi hezaran leşker tenê ji bo deng dayînê anîne bajêr, diyar kir ku vîna gel dê 5 salan bê îpotekkirin û anî ziman ku dê di nava gel de bin.