Li ser rêbeja Xarpêtê qeza çêbû: 3 kes mirin 2024-04-09 16:51:15   AMED - Li ser rêbeja di navbera Amed-Xarpêtê de qezaya trafîkê çêbû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li ser rêbeja di navbera Amed-Xarpêtê de otomobîlek û mînîbûsek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.    Li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Koman, birîndar rakirin nexweşxaneyê.