Kesê xwe wekî çawîşê pispor da naskirin tecawizî jinekê kir 2024-04-09 19:29:51   RIHA - K.K. ê ku xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê xwe da nasîn, tecawizî jina bi navê M.M. kir.   K.K ê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê da nasîn, tecawizî jina bi navê M.M. (29) kiriye. Bûyera ku nêzî 2 meh berê qewimî, piştî M.M.'yê gilî kir, derket holê.   Piştî ku M.M.'yê giliyê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê kir û li midûriyeta polîsan îfade da, bûyer eşkere bû. M.M.'yê diyar kir ku wê K.K. bi rêya medyaya dijîtal nas kiriye û anî ziman ku dema ew li kar geriyaye, tecawizkar jê re gotiye ku ger were Pirsûsê dê bi kesekî ji şaredariyê re hevdîtinê pêk bîne û ji bo wê karekî bibîne. M.M ya ku çû navçeyê rastî tecawiza kiryar K.K. yê ku li wir pê re hevdîtin kir, hat.   M.M.'yê diyar kir ku ji ber ku kiryar K.K. bi malbata wê ew tehdît kiriye nikarîbûye bûyerê ji kesî re bibêje.   M.M.'yê daxuyand ku kiryar K.K. ê ku tecawizî wê kiriye çawişê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê ye.