DEM Partiyê ji bo Gêlê serî li YSK’ê da 2024-04-09 21:24:01   AMED - DEM Partiyê ji bo ku dengên navçeya Gêlê ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê da.    Li navçeya Gêl a Amedê bi dengên polîs û leşkerên hatin veguhastin îradeya gel hat xespkirin. AKP’ê 4 hezar û 598 deng girtin û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî 4 hezar û 372 deng girtin. Ferqa navbera her du partiyan de 217 ye. Lê 2 hezar û 218 deng jî nehatin hesibandin. DEM Partiyê ji bo ku dengên Gêlê ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê dê.