Rojnameger Hesen: Divê her kes ji bi Silêman Ehmed bêhtir deng derxîne 2024-04-10 09:00:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Rêbaz Hesen ji bo rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla PDK’ê ve hatiye revandin û 6 meh in agahî jê nayên girtin bang li rojnameger, aktîvist û siyasetmedaran kir û got: “Heke em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.” Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla Asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ev 169 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite. Ehmed, hatiye binçavkirin heta niha asayîşa PDK'ê nahêle ku parezer jî bi miwekilê xwe re hevdîtin bikin. Fikarên der barê jiyana Ehmed de her ku diçin zêde dibin.      Rêbaz Hesen ku li Herêma Federe ya Kurdistanê rojnamegeriyê dike, têkildarî rewşa Silêman Ehmed axivî û banga xwedîderketinê kir.    'DI ŞEXSÊ EHMED DE MAFÊ MIROVAAN TÊN BINPÊKIRIN'   Rojnameger Hesen, diyar kir ku PDK bi awayeke eşkere qanûnan binpê dike û wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê bi salane têkoşîneke mezin tê dayin û bedelên giran hatin dayin. Ev têkoşîn ji bo welateke azad ku her kurdek tê de azad bije ye. Lêbelê îro kurd li vê derê ne azad in, rojnamegerên kurd ne azad in. Ji rojnameger Silêman Ehmed 6 ku meh in di zindanê de ye, tu agahî nayên girtin. Ehmed çûbû rojavayê Kurdistanê serdana malbata xwe û dema vedigeriya başûrê Kurdistanê tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê tune ne. Rêbazê binçavkirina wî û agahînediya derheqê wî de li dijî qanûnan e. Ji ber ku hin zagon li hemû cîhanê heman şêwazî ne. Li gorî zagonên cîhanê dema ku welatiyek tê binçavkirin mafê wî heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bike. Lêbelê ev nêzî 6 meh in parezer hewl didin Silêman Ehmed bibînin lê hêzên Asayîşê destûrê nadin. Îro di şexsê Ehmed de mafên mirovan tên binpêkirin.”    'ROJNAMEGERÎ NE SÛCE'   Bi domdarî Hesen anî ziman ku PDK dixwaze bi vî rêbazî rojnamegeriyê weke sûc nîşan bide û wiha got: “Divê tu kes li dijî vê neheqiyê xwe bêdeng neke. Herkes dizane ku Silêman Ehmed rojnamevan e. Ehmed hem li rojavayê Kurdistanê hem jî li Başûr rojnamegerî kiriye. Rojnamegerî ne sûce. Heke ku karê rojnamegeriyê sûc be bila vî sûcî ronî bikin û nîşanî me bidin. Heke ku sûcdar be bila hikûmet bihêle ku parêzer biçin pê re hevdîtinê bikin. Ev 6 meh in Silêman Ehmed di zindanê de ye lê kesek nizane sûcê wî çi ye. Rê bidin ku parezerên wî biçin pê re hevdîtinê bikin.”    'HELWESTA PDK'Ê LI SER ROJNAMEGERIYÊ GEF E'   Di berdewamê de Rêbaz Hesen bi lêv kir kiryarên PDK'ê yên li dijî Ehmed ji bo azadiya rojnamegeran jî gef e û wiha pê de çû: “Bêguman hemû rojnamegerên li Başûr dixebitin û rexneyê li hikûmetê dikin di hedefê de ne. Ji ber van kiryaran di asta cîhanê de li dijî PDK’ê rexne hene. Hikûmeteke ku dibêje di welatê me de azadî heye, azadiya xebatkaran binpê dike. Gelê kurd bi hevre li Başûr û li Rojava li ber xwe da. Navê gelê kurd di cîhanê de weke geleke azadîxwaz û demokrasîxwaz belav bû. Lêbelê îro desthilatdariyeke kurdî rojnamegereke kurdî digire û derheqe jiyana wî de agahî nade û nahêle parêzer pê re hevdîtinê bikin. Divê em demildest agahî ji Silêman Ehmed bistînin.”   ‘DIVÊ DENGÊ ROJNAMEGERAN ZÊDETIR DERBIKEVE’   Hesen bêdengiya li dijî rojnameger Ehmed rexne kir û ev bang kir: “Ji bo azadiya Silêman Ehmed divê her kes dengê xwe bilindtir bike. Em bang li hemû saziyên rojnamegeran dikin ku erka xwe pêk bînin û helwesta xwe nîşan bidin. Li başûrê Kurdistanê rojnameger ne azad in. Hêj niha jî gelek rojnameger girtî ne. Ev rojnameger ji ber bêdengiyê nayên berdan. Divê dengê rojnamegeran zêdetir derbikeve ku ev zextên li ser me bi dawî bibin. Banga me ji hemû rojnameger, aktivîst, siyasetmedaran ew e ku li dijî vê bihiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Heke ku em dengê xwe dernexînin ev zextên li ser me dê zêdetir bibin.”   MA / Zeynep Durgut