Pirtûka nivîsandî bi hinceta ‘fikaredare’ nedanê 2024-04-10 09:23:19 ENQERE - Pirtûka girtî Resûl Kocaturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin a “Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî” bi hinceta “fikaredare” nedan wî.  Girtî Resûl Kocaturk 28 sal in girtî ye û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Kocaturk li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin û pirtûka wî bi xwe nivîsandiye jê re nehat dayîn. Kocaturk, di nameya ji rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol re şandî de ev rewş vegot.    Kocaturk, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê dest daniye ser pirtûka wî ya “Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî” û nedaye wî.    'PIRTÛKA HATIYE ERÊKIRIN NEHAT DAYÎN’   Kocaturk di nameya xwe de wiha got: “Ez 22 rojan li ‘nexweşxaneya’ Stenbol-Bakirkoyê hatim ragirtin û min têkildarî sepan û tiştên li vir min şahidiya wan kiriye de pirtûka ‘Li Tîmarxaneyê 22 Roj - Girtiyên Nexweş ên Çarmixkirî’ nivîsand. Çapa yekemîn a pirtûkê di çileya 2024’an de derket û rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dest danî ser. Pirtûka min a ku bi hinceta fikaredare hatiye desteserkirin, ji sala 2021’an heta çileya 2024’an ku çapa yekemîn hate kirin, herî kêm şeş caran ji hêla Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgeha Tîpa F’yê ve hate xwendin û her carê jî mohra ‘hatiye dîtin’ li ser rûpelên wê hate xistin. Bi vê yekê re hate erêkirin.”    Kocaturk, diyar kir ku çapa provayê ya ji hêla weşanxaneyê ve hatiye şandin jî ji venêrîna “Yekîneya Perwerdeyê ya Girtîgehê” derbas bûye û mohra “Hatiye xwendin” lê hatiye xistin. Kocaturk, wiha domand: “Gelek caran venêrîna wê hate kirin û tu pirsgirêk nehatin dîtin. Lê niha ji hêla Lijneya Perwerdeyê ku ji rêveber û memûrên cuda yên girtîgheê pêk tê ve weke ‘fikaredar’ tê dîtin û hate desteserkirin.”    HINCET: FIKAREDAR E   Kocaturk, têkildarî sedema nedayîna pirtûkê jî ev agahî da: “Esasa hinceta desteserkirinê ‘Xwegihandina armanca başkirina girtî zehmet dike.’ Wida xuya dike ku ‘aqilê jor’ dibêje heke ez pirtûka min bi xwe nivîsandî bixwînim dê serê min tevlihev bibe û dê min ji min biparêzin. Mînaka biryareke wiha tune ye. Tam dê min bigota mîna çîrokên Azîz Nesîn e lê îxtîmaleke mezin dê wî jî bigota ‘ya ewqas jî nabe’ û dê şaş mabûya. Ji her alî ve tiştekî pêkenok û derhiqûqî ye. Em di bin zexta rêveberiyekê de ne ku mafên girtiyan binpê dikin. Mixabin min hêj berga pirtûka xwe ya ewil jî nedîtiye.”    MA / Hîvda Çelebî