Qeyûmê Qoserê dema çûyî xebatkar jî bi xwe re birin 2024-04-10 09:41:42   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Qoserê ku şaredarî 106 milyon TL’an di bin deyn de hiştiye, dema çûyî bi xwe re hem personelên ÎŞKUR’ê hem jî wesayîtên kirêkirî bir. Hevşaredar Zeynî Îpek got ku tevî her tiştekî ew ê xizmetên xwe bikin.    Di sala 2016’an de li Mêrdînê qeyûm hate tayînkirin û di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Qoserê bi dest xist. Lê belê Wezareta Karên Hundir di 4’ê mijdara 2019’an de cara duyemîn qeyûm tayîn kir. Şaredaiya Qoserê piştî 5 salan bi rêjeyeke ji sedî 70’ê kete destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî). Hevşaredarên Qoserê Zeynî Îpek û Hamdiye Bîlek Turgay, mazbatayên xwe wergirtin û di 3’yê nîsanê de tevî gel derbasî şaredariyê bûn û dest bi peywira xwe kirin.    LI PEY XWE 106 MILYON DEYN HIŞT   Rêveberiya DEM Partiyê çawa ku dest bi peywirê kir, dest bi lêkolîna fealiyetên serdema qeyûm kir. Li gorî tespîtên rêveberiya nû; di serdema qeyûm de şaredarî 106 milyon û 483 hezar û 852 TL di bin deynan de hate hiştin. Li gorî tespîtan; Şaredariya Qoserê ji bo Banka Îllerê 46 milyon û 676 hezar û 362 TL, ji bo Banka Vakiflarê 43 milyon û 404 hezar û 236 TL, ji bo Banka Fînansê milyonek û 532 hezar û 917 TL, ji bo Sindoqa Teqadidan 2 milyon û 275 hezar û 20 TL, ji bo Şîrketa Anonîm a Personelan 3 milyon û 467 hezar û 886 TL, ji bo Midûriyeta Ewlehiya Civakî 3 milyon û 6 TL û ji bo Daîreya Bacê jî 6 milyon û 121 hezar û 160 TL hatiye deyndarkirin.    KARKER VEGUHESTIN SAZIYÊN CUDA   Piştî teslîmgirtina şaredariyê, karkerên li ser ÎŞKUR’ê hatine girtin û li şaredariyê bi demkî hatine peywirdarkirin jî li saziyên cuda hatin peywirdarkirin. Bi vê yekê re li navçeya ku nifûsa wê 300 hezar e tenê 14 personelên paqijiyê man. Di heman demê de rêveberiya qeyûm, peymana kirêkirinê ya wesayîtên kirê kiribû jî weke 31’ê adara 2024’an diyar kiribû. Lewma jî piştî fîrmayan wesayîtên xwe paşve birin, wesayîtên ku personel bi kar bînin neman. Ji ber ku makîneyên kar ên di xizmeta şaredariyê nehatine sexbêrkirin, nema dikarin bên bikaranîn. Lewma jî rêveberiya DEM Partiyê weke karê ewil ji bo kirêkirina wesayîtan talîmat da û biryar da ku makîneyên kar ên kontrola wan nehatiye kirin dîsa bên kontrolkirin.    ‘EM SERDEMA QEYÛMAN LÊKOLÎN DIKIN’   Hevşaredar Zeynî Îpek rewşa piştî qeyûm ji ajansa me re vegot. Îpek,  got ku dema di sala 2019’an de piştî qeyûm hatin jî rastî heman rewşê hatine. Îpek, wiha domand: “Wê demê jî şaredarî di bin deynan de hiştibûn, amûrên şaredariyê biribûn. Anku ne weke saziyeke dewletê, weke saziya şexsekî be nêz bûbûn. Qeyûm çûyî her tişt bi xwe re biribû û şaredarî vala kiribû. Me tenê dikariya mûçeyên xebatkaran bidin lê me nedikariya xizmetê bikin. Ji bo krediyê me serî li kîjan bankê dabe, ji me temînat xwestin û kredî nedan. Lê di sala 2019’an de piştî tayînkirina qeyûm, qeyûm Huseyîn Çam krediyên pir mezin kişandiye. Bankên kredî nedayîn me, dane qeyûm. Lewma çawa ku em hatin me ji Dîwana Çavdêriya Darayî mifetîş xwest. Me niha jî xwest.”    ‘EM JI PARADÎGMAYA XWE BIBAWER IN’    Îpek, axaftina xwe wiha qedand: “Dîsa jî em ji xwe û ji gelê xwe bawerîn. Em ji paradîgmaya xwe ya şaredarîvaniyê bibawerin. Em ê xwe û bajarê xwe birêve bibin. Dibe ku şaredarî vala kiribin lê em ê tişta ji dest tê bikin. Em ê personelên ku di vê serdemê de bi awayekî derusulî alîkarî dane sepanên qeyûm jî diyar bikin û ji hêla hiqûqî ve hesabê jê bipirsin. Em ê van pêvajoyan temam bikin û tevî gelê xwe şaredariyê birêve bibin. Em ê bi awayekî herî baş xizmeta şaredariyê bikin û tevî gelê xwe têbikoşin.”     MA / Ahmet Kanbal