Li Wanê ji ber hezazê rê hate girtin 2024-04-10 10:59:35   WAN - Piştî barana zêde ya li Wanê, li ser sê noqteyên rêbejê hezaz çêbû û rê hatin girtin. Her wiha sê gund jî di bin avê de man.    Li Wanê ev du roj in baraneke zêde dibare û li sê noqteyên cuda yên ser rêbeja bajar hezaz çêbûn. Ji ber hezazên ser rêbeja di navbera Wan-Colemêrgê de çêbûn, rê hate girtin.  Her wiha ji ber berfa di saetên şevê de bariyayî, ajokar û bi zor û zehmet li bihurekên Kurubaş û Guzeldereyê derbas bûn. Ji ber barana zêde, li hinek gundan jî av rabûn. Komên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li ser îxbarê çûn herêmê av lê rabûne.