37 wekîlan ji bo Pîroglû banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê kirin 2024-04-10 13:10:00   ENQERE - 37 parlamenteran ji bo Ecevît Pîroglû ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye bang li hikûmeta Sirbistanê kirin û xwestin Pîroglû were berdan.    Ecevît Pîroglû 34 meh in li Sirbistanê girtî ye û 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ji bo berdana Pîroglû bang kirin. Endamên Koma Dostaniya Parlamentoyên Tirkiye û Sirbistanê jî di nav de, 37 wekîlan deklarasyonek îmze kirin û radestî Konsolosxaneya Sirbistanê ya Tirkiyeyê kirin.    Di deklarasyonê de banga lezgîn li hikûmeta Sirbistanê hate kirin û wiha hate gotin: “Ecevît Pîroglû ev 34 meh in li welatê we girtî ye û di 12’ê sibata 2024’an de cara duyemîn dest bi greva birçîbûnê kir. Em hîn bûn ku rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe xerabtir dibe û xetereya mirinê li ser heye. Hikûmet û daraza we daxwaza paşveşandina wî ya li Tirkiyeyê teqez red kiriye û cezayê xwe yê dadgehên we dayê di 12’ê çileya 2024’an de înfaz kiriye. Tevî vê yekê çima nayê berdan?”    Bi domdarî hat gotin ku mafê Pîroglû yê bi awayekî fermî derketina ji Sirbistanê tê astengkirin, Pîroglû di nava şert û mercên dermirovî de tê ragirtin, kontrolên tenduristiyê yên Pîroglû nayên kirin û hikûmeta Sirbistanê hişyar kirin. Her wiha hat xwestin ku daxwazên Pîroglû tavilê bên qebûlkirin û azad bibe. Herî dawî wiha hate gotin: “Ji hemû encamên neyînî hikûmeta we berpirsyar e. Girtina wî ya derhiqûqî bi dawî bikin û mafê wî yê çûyîna ji welatê we asteng nekin.”    WEKÎLÊN ÎMZE KIRIN   Wekîlên deklarasyon îmze kirin ev in: “Burcugul Çubuk, Adalet Kaya, Alî Bozan, Ayten Kordu, Bêrîtan Guneş Altin, Celal Firat, Cengîz Çîçek, Çîçek Otlu, Erkan Baş, George Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Halîde Turkoglû, Huseyîn Olan, Îbrahîm Akin, Îskender Bayhan, Kezban Konukçu, Mahmut Dîndar, Mehmet Ruştu Tiryakî, Mehmet Zekî Îrmez, Nejla Demîr, Nevroz Uysal Aslan, Perîhan Koca, Omer Faruk Hulaku, Omer Ocalan, Onur Duşunmez, Ozgul Sakî, Sabahat Erdogan Saritaş, Saliha Aydenîz, Semra Çaglar Gokalp, Serhat Eren, Sevda Karaca, Sevîlay Çelenk, Sumeyye Boz, Vezîr Parlak, Yilmaz Hun û Zulkuf Uçar.”