Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana goristanan 2024-04-10 13:49:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Remezanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes çûn serdana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn.    Cejna Remezanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Di vê çarçoveyê de bi berbanga sibehê ve bi hezaran kes li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê çûn serdana goristanan.    Malbatên têkoşeran, gaziyên şoreşê, rêveberên partî, sazî û dezgehan û bi hezaran kesan goristan ziyaret kirin, gul danîn ser goran û dua kirin. Her wiha li ser goran şekirok hatin belavkirin.