Di 4 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 26 kes di qezayên trafîkê de mirin 2024-04-10 15:14:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 4 rojên ewil ên betlaneya Cejna Remezanê de 2 hezar û 453 qezayên trafîkê çêbûn. Di qezayan de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 870 kes jî birîndar bûn.    Tevî hişyariyên beriya Cejna Remezanê jî di 4 rojên ewil ên 9 rojên betlaneya cejnê de gelek qezayên trafîkê çêbûn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî qezayên trafîkê yên di dema betlaneya cejnê de parvekir û got ku di 4 rojên ewil (Şemî, yekşem, duşem û sêşem) de 2 hezar û 453 qezayên trafîkê çêbûne. Yerlîkaya da zanîn ku di qezayan de 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 870 kesan jiyana xwe ji dest dane.