Li Rihayê di febrîqeyê de şewat derket 2024-04-10 16:21:39   RIHA -  Di depoya febrîqeya tekstîlê ya li Rihayê de şewat derket.    Îro di danê sibehê de di depoya febrîqeya tekstîlê ya li 2’yemîn Herêma Pîşesaziya Organîze (OSB) ya Rihayê şewat derket. Li ser agahdarkirinê, li cihê bûyerê komên agirkujiyê hatin sewqkirin. Di encama mudaxileya saetekê de şewat hate vemirandin. Di şewatê de tiştek karkeran nehat û têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.