Hevşaredarên DEM Partiyê yên Pasûr û Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin 2024-04-10 16:42:40   AMED - Hevşaredarên navçeya Pasûrê û ya bajarokê Ziyaretê mazbatayên xwe wergirtin û pîrozbahî li dar xistin.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de tevî 2 hezar û leşkerên di bin navê “hilbijêran” li navçeyê hatine veguhestin jî Şaredariya Pasûr a Amedê bi dest xist. Di hilbijartinê de DEM Partiyê 4 hezar û 218 deng ferq avêt AKP’ê. Hevşaredarên Pasûrê Mûrat Îpek û Fatma Ay û endamên meclisa şaredariyê îro çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê û mazbatayên xwe wergirtin.   CARA DUYEMÎN HAT HILBIJARTIN   Hevşaredarên ku mazbatayên xwe wergirtin derbasî şaredariyê bûn û pîrozbahî hat lidarxistin. Li pêşiya şaredariyê girseyê dovîza “Qeyûmtiya xeyalî li vir têkçûye” hilgirt û sirûda “Herne Pêş” xwend. Piştî pîrozbahiyê, hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bûn.    SÊRT   Hevşaredarên Bajarokê Ziyaretê yê navçeya Hawêlê ya Sêrtê Enes Cengîz û Berfîn Evren jî mazbatayên xwe wergirtin. Girseya ku Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Eşref Tekîn û Rewşan Aslan jî di nav de, piştî wergirtina mazbatayê derbasî pêşiya şaredariyê bû û pîrozbahî li dar xistin. Her wiha Cejna Remezanê hat pîrozkirin.