Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 74’emîn de ye 2024-04-10 19:46:49   ENQERE - Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta di roja 74’emîn de berdewam dike.   Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 74’an de berdewam kir.   Sevînç Çakar a kurê wê piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an de cezayê muebeta girankirî wergirt jî piştevaniya malbata Şenyaşar kir.     Malbata Şenyaşarê piştî fitara xwe ve kir, derbasî meclisê bû.