ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-11 09:00:10   * Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin û gotin ku çalakiyên li girtîgehan tenê bi azadiya Abdullah Ocalan dikarin bi dawî bibin.    * Welatiyên Amedê gotin ku tavilê piştî hilbijartinê li benda xizmetê ne û gotin ku dixwazin hevşaredar ji ewil jî pirsgirêkên perwerdeya bi zimanê dayikê û tiryakê çareser bikin.    * Derheqê kesê bi navê A.C. ku hewl dabû êrişî avahiya HDP û Partiya Çepa Kesk a Edeneyê bike û dema hatî girtin jî gotibû “Polîsan ez şandim” de bi sûcê “gefxwarina bi çekan” doz hate vekirin.    * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî dê li Sêrtê tev li bernameya cejnê bibe. (11.00-16.00)   * DEM Partî, Partiya Gelecekê, CHP,  Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê dê cejnên hev pîroz bikin. (10.15-15.45)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)   * Dayika Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan dê di sala 31’emîn a wefata xwe de li gundê Amara yê Xelfetiyê li ser gora xwe bê bibîranîn. (12.00)