‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan' 2024-04-11 09:10:23   SÊRT - Dayikên Aştiyê yên Sêrtê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin, bal kişandin ser çalakiyên li girtîgehan û gotin ku bidawîbûna van çalakiyan bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e.    Kamapnayaya "Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka kurd re" ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û bi awayek demokratîk çareserkirina meseleya kurd hatibû destpêkirin, didome. Di 27'ê Mijdarê de, di çaçroveya kampanyayê de li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin û kampanya di 4'ê Nîsanê de derbasî qonaxeke din bûbû. Girtiyan bi rêya telefoê ragihandin ku wê çalakiya xwe bi neçûna dadgehê, neçûna hevdîtinên malbatê û hevdîtina bi rêya telefonê bidomînin.    Dayikên Aştiyê yên Sêrtê, ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşînê li her kesî kirin.    Dayika Aştiyê Taybet Tekînê ku got "Em dixwazin agahiyekê jê bigirin. Em dixwazin rewşa wî hîn bibin. Em nizanin bê çi anîne serê serokê me" fikarên xw eanîn zimên. Tekînê ku xwest hemû girtî bên berdan, wiha got: "Êdî bila zindan bên valakirin. Ev wê heya ku derê wiha bidome? 40 sal in em li dora van zindanan diçin û tên. Êdî bes e. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li se rhemû girtiyan tecrîd heye.Em hemû di bin tecrîdê de ne."    ‘GER DERKEVE WÊ AŞTÎ ÇÊBIBE'   Dayika Aştiyê Kumrî Kaçarê jî anî ziman ku êdî ew dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û got: "Serok her gelî heye. Ê me jî heye. Çavên dinyayê li ser serokê me ye. Em dixwazin Abdullah Ocalan ji girtîgeê derkeve û girtî dest ji çalakiya xwe berdin. Emd ixwazin Abdullah Ocalan azad bibe. Ez Dayika Aştiyê me. Heya Abdullah Ocalan ji girtîgehê dernekeve ez ê bitêkoşim. Ger ew derê wê aştî çêbibe."    ‘DIVÊ HER KES RABE SER PÊYAN'   Dayika Aştiyê Emîne Polatê jî detsnîşan kir ku ew tim doza aştiyê dikin, lê ji ber vê jî tim rastî neheqiyê tên. Polatê bilêv kir ku ew xwedî li çalakiyên li girtîgehan dertên û got: "Heya ji destê me bê em ê li ber xwe bidin. Em dixwazin her kes ji bo Apo rabe ser pêyan."    ‘MIFETAY AŞTIYÊ DD ESTÊ WÎD E YE'   Dayika Aştiyê Halîme Guçluyê jî got: "Bila parêzerên wî biçin cem wî. Mifte di destê wî de ye. Wê aştî bi saya wî bê. Ger ji zindanê derkeve, wê dinya xweş bibe. Êdî em naxwazin ne dayikên gerîlayan ne jî yên leşkeran bigirîn. Em dixwazin biçin cem serok. Bila biçin ku girtî ekevin greva brçîbûnê. Divê her kes ji bo wî bitêkoşe."   MA/ Rûkiye Adiguzel