Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kes di qezayan trafîkê de mirin 2024-04-11 12:04:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Di 5 rojên ewil ên betlaneya cejnê de 38 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 26 kes jî birîndar bûn.  Tevî hemû hişyariyan jî di 5 rojên ewil ên betlaneya Cejna Remezanê de gelek kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî qezayên trafîkê yên di betlaneya cejnê de agahî parve kir.    Yelîkaya, da zanîn ku di 5 rojên ewil ên betlaneya Cejna Remezanê de 3 hezar û 71 qezayên trafîkê çêbûn û di qezayan de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 26 kes jî birîndar bûn.