Pirtûka girtî Alçinkaya nivîsandî jê re nayê dayîn 2024-04-12 09:01:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê bi hinceta “hîndeker e”, pirtûka girtî Mehmet Alçinkaya ya “Her tim di nava şer de” ku wî bi xwe nivîsandiye nadin wî.    Girtiyê bi navê Mehmet Alçinkaya ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê tê ragirtin, bi nameyekê ragihand ku pirtûka wî bi xwe nivîsandî jê re nayê dayîn. Alçinkaya ev 5 sal in li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin.    Alçinkaya, di nameyaa xwe de diyar kir ku pirtûka wî ya bi navê “Her tim di nava şer de (Her daim kavganın içinde)” ku weke jiyanname hatiye amadekirin, di meha sibatê de hatiye çapkirin. Bi domdarî Alçinkaya got ku zêdetirî meheke rêveberiya girtîgehê nahêle pirtûka wî bigihije ber destê wî û ev agahî da: “Her cara ku ez ji rêveberiya girtîgehê û yekîneya perwerdeyê dipirsim, dibêjin pirtûk tê vekolandin û li cem midûrê girtîgehê ye. Di vê navberê de min bihîst ku têkildarî pirtûkê çi pirsgirêk nînin, tê firotin û gihiştiye ber destê gelek girtiyên li girtîgehên cuda.”    Di berdewamê de Alçinkaya ev tişt anî ziman: “Mehek bi ser re derbas bûn û hêj nedane. Lewma Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li midûrê girtîgehê geriyaye û xwestiy vê mijarê biaxive. Lê midûrê girtîgehê hevdîtin pê re nekiriye. Li ser vê yekê Gergerlîoglû li Wezareta Dadê geriya û bi cîgirê wezîr re axivî û keyfiyeta heyî jê re parve kiriye. Bersiva daxwaznameya min a beriya cejnê dan û gotin dê pirtûk neyê dayîn. Ji bo hinceta biryarê jî gotine; ‘motîvasyonê bilind dike û aliyê wê yê hînkirinê.’ Xuyaye ku naxwazin girtîgeh veguherin qadên hilberînê û asteng dikin. Ez jî bersiva wan didim; ‘Ji duh heta îro têkoşîna min her tim di nava şer de ye.’”