Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin 2024-04-12 16:27:24     STENBOL - Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin hate protestokirin. Kurê Serhat, Rahmet Serhat got ku kesên êrişî gorê kirin xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY DER) êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat ku di 2’yê mijdara 1994’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyekê protesto kirin. Daxuyanî li ser gora Serhat ê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Hevserokê ANYAKAY DER’ê Ayhan Yildiz daxuyanî xwend û rûxandina gora Serhat weke “hovîtî” pênase kir.    XWEST FAÎL BÊN GIRTIN   Yildiz, bi domdarî wiha got: “Em ne biyaniyên bûyerên wiha ne. Ev ne cara ewil e gor tên texrîbkirin. Li Kurdistanê gelek goristanên me hatin rûxandin. Kê ev hovîtî kiribe, bi zanebûn kiriye. Em bi tu awayî vê qebûl nakin û dê hînî vê rewşê jî nebin. Divê kesên ev hovîtî kirin tavilê bên dîtin û darizandin.”    'MEDET SERHAT LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJÎ TÊDIKOŞIYA’   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî got ku di demekî ku hebûna kurdan dihat înkarkirin de Medet Serhat li dijî polîtîkayên qirêjî yên “cînayetên kiryarnediyar” û şewitandina gundan derketibû û li dijî wê têdikoşiya. Otlu, wiha domand: “Dema em li çîroka wî dinêrin, dibînin bê ka nirxekî çiqas giranbiha ye. Vê rejîmê hewl da têkoşîna edaletê qeti bike. Lê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Ev rejîm me înkar dike, cenazeyên me di bin payarêyan de vedişêre û di qoliyan de ji malbatên me re dişîne. Dê têkoşîna me ya li dijî rejîmê bidome.”    ÊRIŞA LI DIJÎ GORISTANA LICÊ   Otlu, da zanîn ku di heman rojê de li dijî gorên li Lice ya Amedê jî êriş hatiye kirin û wiha pê de çû: “Divê rejîma AKP’ê bibîne ku gelê kurd û çîna karkeran heye. Ev 40 sal in em li ser vê xakê li ber xwe didin û ne girtinan ne jî cînayetên kiryarnediyar nekarîn meşa me asteng bikin. Şehîd û girtiyên me nirxên me ne.”    'EV ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê YE’   Kurê Medet Serhat, Rahmet Serhat jî êrişa li dijî gorê weke “zîhniyeta DAIŞ’ê” pênase kir û wiha bi dawî kir: “Kêla gora bavê min rûxandine. Lê tenê dikarin vê bikin. Ev zîhniyet zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Lê xelk di roja cejnê de hate vê derê û me ev dît; we nekarî zirarê bidin Medet Serhat û tevgera kurd. Çi kurd çi tirk hemû kesên xwedî wijdan xwedî lê derketin. Tenê tişta hûn dikin êrişên ser kêlên goran e. Ji bilî vê hûn dê nekarin tiştekî bikin.”