Çawişê pispor ê jinek tacîz kirî hate derbkirin 2024-04-13 08:38:03   ŞIRNEX - Çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz kirî ji hêla welatiyan ve hate derbkirin.    Hat zanîn ku di saetên şevê de çawişekî pispor li Şirnexê jinek tacîz kir. Li gorî agahiyan, polîsekî pispor li Taxa Dîcleyê jinek tacîz kir. Welatiyên derdorê jî mudaxileyî tacîzkar kir û çawişê pispor derb kirin.    Çawişê pispor rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wî krîtîk e.    Walîtiya Şirnexê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine binçavkirin.