Xelkê Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû diyar kir 2024-04-13 11:58:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên şaredariyê yên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê de Edban Abdullah Yilmaz û Fatma Hilalî weke hevşaredarên nû hatin hilbijartin.   Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo diyarkirina hevşaredarên nû û encumenên meclisa şaredariyê, duh çû ser sindoqan. Hilbijartinên li Mexmûrê her du salan carekê tên lidarxistin.    Hilbijartin serê sibehê saet di 08.00’an de li 8 navendên wargehê dest pê kir û heta derengiya şevê domiya. Piştî hilbijartin bi dawî bû û deng hatin hejmartin, li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Wargehê Hadî Akêtî daxuyaniyek da.   FATMA HILALÎ Û EDBAN EBDULLAH YILMAZ BÛN HEVŞAREDARÊN NÛ   Hadî Akêtî di destpêkê de spasiya kesên çûyîn ser sindoqan kir û wiha axivî: “Pergala netewa demokratîk a ku heta roja îro dimeşe, îro jî da diyarkirin ji ber vê yekê em sipasiya xelkê xwe yê wargehê dikin. Niha jî ecnamên ku hatine diyarkirin em ê ji were ragihînin. 4 hezar û 336 kes çûn ser sindoqan. Li gorî vê; ji bo hevşaredariyê Fatma Hilalî hezar û 989 deng wergirt, Nizar Hacî Teter Nerexî jî hezar û 152 deng, Edban Ebdullah Yilmaz 2 hezar û 312 deng,  Cemîle Mihemed Repinî jî hezar û 113 deng wergirt. Li gorî vê Fatma Hilalî û Edban Ebdullah Yilmaz bûn hevşaredar.   ENCÛMEN   Her wiha di nava encûmenan de jî Sedîq Hisên Hilalî hezar û 205 deng, Selman Mehmûd Şiwêdî hezar û 190 deng, Sozdar Mihemed Tahir Hilalî hezar û 70 deng, Bihar Salih Bilehî hezar û 59 deng, Sebrî Ehmed Mijînî hezar û 39 deng, Cehwer Cindî Nêrwehî hezar û 34 deng û Leyla Abdullah Çelî jî 991 deng girt.”