Gultekîn ê Fransayê radestî Tirkiyeyê kiribû hate girtin 2024-04-13 13:25:59 STENBOL - Aktîvîstê kurd Serhat Gultekîn ku Fransayê radestî Tirkiyeyê kir û li balafirehê dihat ragirtin, hate girtin û şandin girtîgeha Metrîsê.    Aktîvîstê kurd Serhat Gultekîn li Fransayê serlêdana îltîcayê kiribû û ji kanûna 2023’yan heta niha îmze lê dihat ferzkirin. Gultekîn di 10’ê nîsanê ji bo avêtina îmzeyê çû û ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Gultekîn ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene, duh li Balafirgeha Stenbolê hate ragirtin û ji ber cezayê wî yê teqezbûyî hate girtin û şandin Girtîgeha Metrîsê.    Hat zanîn ku nexweşiya Sendroma Marfanê ya Gultekîn heye û parêzerên wî ji bo taloqkirina înfaza wî dê serlêdanê bikin.    ÇI BÛBÛ?   5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ji ber xebatên siyasî yên Serhat Gultekîn, di danişîna 27’ê mijdara 2021’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Serhat Gultekîn. Li ser vê yekê Gultekîn ji bo îltîcaya siyasî serî li Fransayê da. Gultekîn, di 4’ê nîsana 2021’ê de li Fransayê hate girtin û di kanûna 2023’yan de jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.    Di kanûna 2023’yan de jî biryara dayîna îmzeyê hatibû dayîn. Dema Gultekîn di 10’ê nîsana îsal de ji bo avêtina îmzeyê diçû, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin û birin navenda paşveşandinê ya li Balafirgeha Parîsê. Piştre jî radestî Tirkiyeyê hate kirin.