Teleferîk ji ber hezazê şikestiye! 2024-04-13 13:28:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AFAD’ê Okay Memîş têkildarî qezaya teleferîkê daxuyanî da û got ku stûna 5’emîn a teleferîkê ji ber hezazê şikestiye.    Duh li Antalyayê qezaya teleferîkê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Dîmenên qezaya teleferîkê derketin holê. Di heman demê de ji 19 kabînan 137 kes hatin tehliyekirin û xebatên rizgarkirinê yên ji bo 29 kesên di 5 kabînan de jî didomin.    Serokê Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) Okay Memîş têkildarî qezayê daxuyanî da û got ku stûna 5’emîn a teleferîkê ji ber hezazê şikestiye û kabînek jî li stûna şikestî ketiye û xesar gihiştiyê. Memîş, got ku wisa plan dikin ku xebata rizgarkirinê heta danê êvarê temam bikin û rewşa 7 kesên birîndar jî baş e.