Odeya Endezyarên Makîneyê: Kontrolên teleferîkê nehatine kirin 2024-04-13 13:40:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Antalyayê da zanîn ku piştî rûxsetkirina Tesîsa Teleferîkê ya Tunektepeyê ya sala 2017’an, kontrola wê bi awayekî rêkûpêk nehatiye kirin.    Li Tesîsa Teleferîkê ya Tunektepe ya navçeya Konyaalti ya Antalyayê stûnek şikest û li kabînê ket. 8 kesên di kabînê de ji bilindahiyê ketin xwarê. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê yên ji bo kesên di kabînên din de jî didomin.    Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Antalyayê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) Îbrahîm Atmaca têkildarî qezayê axivî. Atmaca, da zanîn ku piştî rûxseta Tesîsa Teleferîkê ya Tunektepeyê ya di sala 2017’an de, kontrolên teleferîkê bi awayekî rêkûpêk nehatine kirin.    Atmaca, da zanîn ku Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB’ê û Odeya Endezyarên Elektrîkê ya TMMOB’ê di sala 2016’an de kabîna bi kapasîteya 8 kesan a tesîsa behsa xeberê lêkolîn kiriye, di 8’ê mijdara 2017’an de rûxset daye û bi şertê ku rewşa heyî were parastin gihiştiye wê qenaetê ku bibêjin xebitandina wê “guncav e.”  Atmaca got ku beriya rûxsetkirinê di 12 û 13’3e kanûna 2016’an de wan lêkolîn kiriye, kêmasî tespît kirine û piştî sererastkirina kêmasiyan, di 16’ê cotmeha 2017’an de dîsa lêkolîn hatiye kirin û ev der hatiye rûxsetkirin. Atmaca, da zanîn ku piştî rûxsetkirinê, ji bo kontrolê tu daxwaz ji odeya wan re nehatine kirin. Atmaca, wiha domand: “Em dixwazin bal bikişînin ser îfadeya ‘bi şertê ku rewşa heyî were parastin em dibêjin guncav e.’ Domdariya guncavbûnê, tenê heke kontrolên wê bi awayekî rêkûpêk were kirin pêkan e.”