Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan xwestin faîlên Dagli bên darizandin 2024-04-13 14:00:43 STENBOL/AMED - Dayikên Şemiyê û Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin pirsîn û gotin ku dê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin.    Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 994’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, gelek parastvanên mafan jî tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli (33) pirsîn ku bavê sê zarokan bû û di 14’ê nîsana 1995’an de li gundê Eşme yê Farqîn a Aemdê hate binçvakirin û êdî tu agahî jê nehatin girtin.    Parastvana mafan Sevîl Turgut daxuyaniya vê hefteyê xwend. Turgut, got ku daraza Tirkiyeyê serbixwe nîne û ev yek êşa xizmên windakiriyan girantir dike.    HAT ÎDIAKIRIN KU DAGLI REVIYAYE   Turgut, got ku di sala 1995’an de leşkeran li dijî gundê Eşmeyê oprasyon li dar xist û Dagli û keyayê gund jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin û wiha domand: “Keyayê gund M.Ş.K. rojek piştre hate berdan. Yên din ku qeyda wan a binçavkirinê hate kirin, bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Binçavkirina Alî Îhsan Dagli hate redkirin. Hat îdiakirin ku di dema operasyonê de reviyaye.    BINÇAVKIRINA WÎ HATE BELGEKIRIN   Bavê Dagli, Mehmet Dagli di 20’ê nîsana 1995’an de serî li DGM’a Amedê da. Piştre jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Dozgeriya Komarê ya Farqînê da. Xwest agahiyekî ji kurê xwe bigire lê encamek jê negirt. Hewldanên malbatê domiyan û di 11’ê cotmeha 1995’an di rûpelê ewil ê Rojnameya Evrenselê de wêneyê Alî Îhsan Dagli ku çavên wî girêdayî bûn, destên wî hatibûn pêçan û cil û bergên wî di nava xwînê de bi îlana ‘Vaye winda!’ hate weşandin. Malbatê teşhîs kir ku wêne yê Dagli ye. Rojnameya Evrenselê di 30’ê cotmeha 1995’an de bi sernavê ‘Me belge kir ku Alî Îhsan Dagli yê girtî di destê leşkeran de ye, hûn nikarin înkar bikin’ nûçeyek weşand.   ŞAHIDAN VEGOT   Piştre weke ku di biryara DMME’yê de jî hatiye diyarkirin, Dagli bi birîndarî hate binçavkirin û piştî li wesayîta leşkeran hat siwarkirin, çavên wî hatine girêdan. Mudaxileya ewil ji hêla bijîşkê binevser ve hatiye kirin û piştre birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Leşkerê piyade B.G. dema Dagli di bin çavan de bi awayekî veşarî wêneyê wî kişand. Ev wêneye û îfadeyên xwe ji Navenda Şopandina Mafên Mirovan a navenda wê New Yorkê re şand. Li ser van nûçeyan, malbata Dagli careke din serî li dozgeriyê da. Keyayê gund ê hatibû berdan jî ji dozgeriyê re got ku Dagli ji ewil birine gundê Kuruçayirê û nîv saet piştre jî birine  Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. R.O. ku li gel Dagli hatibû binçavkirin jî di îfadeya xwe de got; ‘Min Dagli di bin çavan de dît. Diqîriya û digot; ‘Min nekujin, zarokên min hene.’    DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA   Tevî hemû delîlan jî dosya hate vehêlandin. Îtîrazên malbatê hatin redkirin. Tevî hemû hewldanên malbat, ÎHD û Rêxistina Efûyê jî di hiqûqa navxweyî de tiştek nehate kirin. Li ser vê yekê malbatê bi rêya parêzer Tahir Elçî serî li DMME’yê da. DMME’yê got ku ‘hatiye tespîtkirin ku Alî Îhsan Dagli ji hêla dewletê ve hatiye kuştin.’ Bi vê yekê jî biryar da ku mafê jiyanê û mafê serlêdana bibandor hatiye binpêkirin.”   Turgut, got ku çend sal jî derbas bibin dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin.    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn meydanê.    AMED   Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 792’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser bû hate hilgirtin.     Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Tahir Saçakli di çalakiyê de axivî û got: “Em dixwazin faîlên windakiriyên me bên darizandin. Em dixwazin hizûra welêt hebe û hemû gel bikarin bi awayekî azad bi hev re bijîn.”    AQÛBETA ALÎ ÎHSAN DAGLI HATE PIRSÎN    Di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de jî aqûbeta Alî Îhsan Dagli hate pirsîn. Serpêhatiya Dagli ji hêla endamê Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.