Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn 2024-04-13 15:00:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li Êlih û Colemêrgê aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.    Xizmên Windakiriyan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de hate gotin ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn û faîl tên darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.    ÊLIH   Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 628’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Kadîr Keremoglû hate vegotin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Reşît Çetînkaya di daxuyaniyê de axivî û got ku heta tevahiya windakirî tên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Kadîr Keremoglû hate pirsîn ku di 14’ê nîsana 1995’an de li Wanê hate binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Çetînkaya, serpêhatiya Keremoglû wiha vegot: “Keremoglû ji Geverê bû û tevî malbata xwe li Wanê dijî. Malbateke halxweş bû û kesên girêdayî JÎTEM’ê bi gotina  ‘navê we di lîsteya mirinê ya JÎTEM’ê de heye’ gef li malbatê dixwar û pere jê xwestin. Dema malbatê ev yek red kirî jî bû hedef. Karsaz Kadîr Keremoglû ku 75 salî bû, di 14’ê nîsana 1995’an de dema ji Mizgefta Keremoglû ya li navenda Wanê derdiket, ji hêla kesên di wesayîta Torosa Spî ya bi plakaya 01 EA 600, wesayîta Dogan a bi plakaya 65 ER 279, wesayîta Broadway a bi plakaya 06 FH 600 û wesayîta bi plakaya 34 ALL 82 de hate revandin.    RADESTÎ YEŞÎL HATE KIRIN   Di encama lêkolînên malbatê de derket holê ku kesên Keremoglû revandin, ew radestî Mahmût Yildirim ê bi nasnavê ‘Yeşîl’ kirine. Ji ewil birine navenda JÎTEM’ê ya Wanê û piştre jî birin Fermandariya Lîwaya Cendirmeyan a Wanê. Di heman demê de malbatê xwe gihand agahiyên nasnameyê yên kesên tev li bûyera revandinê bûn û têkiliya wan bi JÎTEM’ê re heye.    Malbatê bi Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, Waliyê Wanê û Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar re ev agahî parve kir û xwestin bavê wan were dîtin. Kesên ku di dîrokên cuda de xwe gihandin malbatê û xwe weke endamên daîreya şerê taybet û îstîxbaratê nîşan dan û efserekî bi payeya serheng, ji bo radestkirina Keremoglû ji malbatê fîdye xwest. Bûyer, di hejmarên 285 û 286 ên Kovara Aktuelê de bi berfirehî hate vegotin. Malbata Keremoglû jî di 13’ê çileya 1997’an de îfade da Komîsyona Lêkolînkirina Susurlukê ya Meclisê, bûyer vegotin û navên faîlan eşkere kir.    HEWLDAN BÊENCAM MAN   Dosyaya Keremoglû di navbera edliyeyên Amed, Colemêrg û Wanê de hatin û çû lê hemû hewldanên malbatê yên ji bo cezakirina berpirsyaran bêencam man. Doz di sala 2015’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn lê hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê doz bire DMME’yê.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan jî li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin gel hev. Li gel Xizmên Windakiriyan, Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul û endamên DBP û DEM Partiyê yên navçeyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya 18’emîn de hat xwestin ku faîlên Sabrî Çardakçi bên darizandin ku JÎTEM’ê li pêşiya mala wî ya li gundê Dara yê Geverê qetil kiribû.    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ji Wezareta Dadê xwest ku astengiyên li pêşiya tedawîkirina girtiyên nexweş bigire û bên tehliyekirin.    Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş jî bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber ku derheqê qetilkirina Çardakçi de “lêpirsîneke bibandor nedaye destpêkirin” Tirkiye mehkûm kiriye.    Akbaş, got ku divê hiqûq esas were girtin û heta faîlên windakiriyan tên darizandin jî dê dengê xwe bilind bikin.