Cîhan Oral ê ji heman malbatê 3 kes qetil kirî hêj nehatiye girtin 2024-04-13 15:03:11   BEDLÎS - Cîhan Oral bi ser mala Ayşe Înceyolê de girt û 3 kes qetil kir û kesek jî bi giranî birîndar kir. Tevî 35 roj bi ser bûyerê re derbas bûne jî hêj Oral nehatiye girtin.    Kesê bi navê Cîhan Oral (35) li navçeya Motkî ya Bedlîsê Ayşe Înceyol (27) revand. Oral ji ewil destdirêjî li Înceyol kir û piştre jî tunê lê kir. Înceyol bi awayekî karî xwe ji nava lepên Oral xelas bike û xwe spart mala malbata xwe. Lê belê faîl Cîhan Oral di şeva 9’ê adarê de tevî kesekê nasnameya wî ne diyar, bi çekan û amûrên tûj bi ser mala Înceyol de girt. Oral, Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytûllah Înceyol qetil kir. Di êrişê de dayika Înceyol, N.Î. jî bi giranî birîndar bû.   Cîhan Oral ê 3 ferdên malbata Înceyol qetil kirî, tevî bi ser bûyerê re 35 roj derbas bûne jî hêj nehatiye girtin.