ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan 2024-04-13 16:05:21   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li sê bajaran daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş Yildirim Demîr, Mehmet Guvel û Abdullah Zorarslan bên berdan.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re li Enqere, Îzmîr û Stenbolê bi çalakiyên xwe bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin bên berdan.    ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 501’emîn de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Endam û rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin. Girtiyên nexweş berdin” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin û balk kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku 28 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin.    REWŞA TENDURISTIYÊ YA YILDIRIM DEMÎR   Çevîrmen, nexweşiyên Demîr wiha rêz kir: “Çavê wî yê rastî ji sedî 95 nabîne û jê re hatiye gotin ku tedawiya wê nîne. Ji çavê xwe yê çepê emeliyata kataraktê bûye. Her cara ji bo çavê xwe diçe cem bijîşk, dilopa rondikan a sunî tê dayîn û tê şandin. Ji ber çavê xwe heta niha 6 caran anjiyo bûye. Ji bo ji çavê xwe bi lezgînî emeliyat bibe sewqa wî ji bo Enqereyê derket û heke emeliyat nebe dibe ku çavê xwe winda bike. Dermanên wî bipere ne û tevî ku qebûl kiriye jî ji bo emeliyatê nayê sewqkirin. Her wiha dermanên çavê wî ji derveyî welat tên şandin û ev salek û nîv e ev derman nayên dayîn.”      Çevîrmen, da zanîn ku Demîr nexweşê bronşîta kronîk e û pirsgirêkên wî yên weke reflu, gastrît, ulser jî hene. Çevîrmen, wiha domand: “Du caran xwîn ji mîdeyê wî hatiye lê dîsa jî pêdiviyên wî yên diyetê nayên pêşwazîkirin. Ji ber nexweşiya sendroma rûvriyan a Îrrîtabl, nexweşiya wî ya hemoroîda hundirîn heye. Di her çokên wî de jî menuskus çiriyaye. Nexweşê prostatê ye û testên wî yên PSA’yê gelemperî bilind derdikevin. Heta niha 3 caran biyopsî hatiye kirin û 6-7 sal in dermanan bi kar tîne. Di guhên wî de jî vertîgo, dengvedan heye û baş nabihîse.”    XETERE HEYE KU FELC BIBE   Bi domdarî Çevîrmen anî ziman ku Demîr piştî fitqa stû bi xetereya felcbûnê rû bi rû ma ye û bêyî ku emeliyat bibe vegeriyaye. Çevîrmen, wiha pê de çû: “Di testên hatine kilrin de teşhîsa nexweşiya Apneya Xewê hate kirin. Tevî ku randevûya ji bo pidiyan hatiye dayîn jî nebirine nexweşxaneyê. Di sala 2016’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê rapora ‘ji sedî 41 astengdar e’ da û sewqî ATK’a Stenbolê hate kirin. Lê ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da.’  Lê belê di nava salan de astengdariya wî zêde bû lê ji ATK’ê re nayê şandin.”    Çevîrmen herî dawî jî xwest Yildirim Demîr were berdan.    ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 288’an de li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Guvel ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin.      Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş ve û ya tirkî jî rêveberê şaxê Ahmet Çîçek xwend. Gumuş, da zanîn ku Guvel 78 salî ye, ji sedî 80 astengdar e, nexweşê Wernicke korsakofê ye, tedawiya penceşêra prostatê dibîne û wiha domand: “Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Bi şev 7-8 caran diçe daşirê û her carê dikeve erdî. Xetere heye ku seqet bibe.”   TEDAWIYA WÎ NÎVCO MA   Bi domdarî Gumuş got ku dema Guvel li Nexweşxaneya Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû ya Stenbolê dihat tedawîkirin di 6’ê sibata 2024’an de hatiye binçavkirin û di 10’ê sibatê de hatiye girtin û birine Girtîgeha Marmarayê. Gumuş, diyar kir ku Guvel di 24’ê sibatê de anîne Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklarê û wiha derbirî: “Tedawiya wî nîvco ma. Di nexweşiyên penceşêrê de dem pir girîng e. Ji hemû encamên neyînî yên rewşa Guvel, rayedar berpirsyar in.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûnştinê bi dawî bû.    STENBOL   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê jî di hefteya 629’an de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya şaxê hate dayîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan ku li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin û nexweşiyên wî yên weke dil, gurçik û tansiyona bilind hene.    Daxuyanî ji hêla endama Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê Meryem Bars ve hate xwendin. Bars, got ku nexweşiyên weke tansiyona bilind, gurçik, pişik û mîzdankê yên Zoraslan hene û bi rûviyên ji sedî 85’ê wan hatiye girtin dijî. Bars, got ku divê Zoraslan tavilê were berdan. Bi domdarî Bars, ev agahî parve kir: “Zoraslan di 2016’an de bi birîndarî hate girtin û ji sedî 85’ê rûviyên wî hatin girtin. Dema tedawiya wî didomiya ji nexweşxaneyê derxistin û birin girtîgehê."    HÊJ SÊ FÎŞEK DI LAŞÊ WÎ DE HENE   Bars, agahiyên ku birayê Zoraslan dane jî wiha parve kir: “‘Di laşê kekê min Abdullah Zoraslan de sê gule hene ku her sê jî xetereyê li ser jiyana wî çêdikin. Du di pişika wî de û yek jî di mîzdankê de ye. Tenê bi gurçikekî dijî û piştî emeliyatê, ji ber rûviyên kurt bûyîn gelek zehmetiyan dikişîne. Ev 8 sal in girtî ye û gelek caran emeliyat bû. Ji bo xelasbûna cezayê birayê min hefteyek mabû ku lêpirsîneke nû vekirin û li ser îfadeyên şahidekî û bêyî delîl biryara girtinê dan. Ev yek derhiqûqtî ye û bi vê yekê birayê min terkî mirinê dikin. Gurçikeke birayê min nîne û di dilê wî de pirgirêk heye. Her wiha parçeyên metalan di laşê wî de hene. Divê bi mamayê taybet xwarinê bixwe. Xwe li benda mirina kekê min digirin lewma bernadin.’”