Nobeta Edaletê: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan biisrar in 2024-04-13 16:20:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ku ew di vê daxwaza xwe de biisrar in.    Nobeta Edaletê ya ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin li Mêrdîn û Êlihê berdewam kir.    MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya ji hêla malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê ve li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 97’an de berdewam kir. Gelek kes hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stranên şoreşgerî hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. Ji xizmên girtiyan Huznugul Kalkan anî ziman ku ev zêdetirî 3 sal in agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin û wiha got: “Hem em hem jî girtî di mijara azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de biisrar in. Heta ku em encamekî bi dest dixin jî dê nobeta me bidome. Banga me ji bo her kesî ew e ku sibe tev li daxuyaniya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bibin ku dê li pêşiya avahiya DBP’ê were dayîn.”    ÊLIH   Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin di roja 72’yemîn de dom kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate hilayîstin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, DBP û DEM Partiyê hatin serdana nobetê. Di nobetê de ji bo rakirina tecrîdê bang hate kirin. Beşdaran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.