Çawişê pispor ê faîlê tacîzê hate binçavkirin 2024-04-13 18:17:42   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê daxuyand ku kare çawişê pispor ê jinekê tacîz kiriye hatiye sekinandin û piştî tedawiya xwe jî hatiye binçavkirin. Çawişê pirspor Z.Ç. li Cadeya Ormanê ya Taxa Dîcleyê ya girêdayî navenda Şirnexê jinekê tacîz kiribû û ji hêla welatiyên li derdorê ve hatibû derbkirin. Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniya nivîskî da. Baro da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de Z.Ç. hatiye binçavkirin û kare wî hatiye sekinandin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di 12’ê nîsana 2024’an saet derdora 21.30’an de, çawişê pispor ê serxweş, welatiyekî me tacîz kir û welatiyên li derdor li gel bûyerê faile tacîzê derb kiribûn û bûyer di çapemeniyê de derktibûn pêş. Têkildarî bûyerê 4 welatiyên me hatine binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin de kare Z.Ç. hatiye sekinandin û hatiye binçavkirin. Em ji raya giştî re diyar dikin ku em ê şopdarê bûyerê bin.”