Evren Bariş Yavuz ê hatibû hedefgirtin hate girtin 2024-04-13 19:55:39   STENBOL - Wezareta Bazirganiyê derbarê Îsraîlê de biryara “kêmkirina” bazirganiyê dabû. Ragihînerê Siyasetê Evren Bariş Yavuz ê têkildarî biryarê parvekirin kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Wezareta Bazirganiyê di 9’ê nîsanê de tevî sotemeniya jetan, derbarê 54 tiştên ji Îsraîlê re tên firotin de biryara kêmkirina bazirganiyê dabû. Rektorê Zanîngeha Bogazîçîyê Nacî Încî wêneyê zavayê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdegan Selçuk Bayraktar û birayê wî Haluk Bayraktar bi gotina “Sotemeniya jetê firotine” parve kiribû.  Ragihînerê Siyasetê Evren Bariş Yavûz jî bi ser wêneya Mitînga Filistînê şîroveya “Sotemeniya jetê firotine” kir. Piştî vê parvekirinê Yavuz bi ser hesabên medya dijital hedef hate nişandan. Yavuz îro sere sibê hate binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî karûbarê îfadeyê Yavuz sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgerî Yavuz bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgeh derbarê Yavûz de biryara girtinê da. . Yavuz îro sere sibê hate binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî karûbarê îfadeyê Yavuz sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgerî Yavuz bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” sewqî dadgehê kir. Dadgeh derbarê Yavûz de biryara girtinê da.