Li Beyogluyê êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da 2024-04-13 21:37:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa çekdarî ya li Beyogluya Stenbolê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn. Kesên nasnameya wan nediyar li navçeya Beyogluya Stenbolê bi çekê êrişî welatiyên di kolanê de bûn kirin. Hat destnîşankirin ku 3 bersûcên ku hatine Cadeya Etîbank a Taxa Mehmet Akîf Ersoyê bi çekê gule li derdorên xwe barandin. Hat zanîn ku temenê bersûcan 20 salî ne û piştî bûyerê reviyan. Di êrişê de 2 ji wan bi giranî, bi giştî 5 kes birîndar bûn. Li gel agahîdayînê gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ambûlansên hatine cihê bûyerê piştî mudaxilaya ewil birîndar birin nexweşxaneyên derdorê yên li bajar. Hat zanîn ku birîndarekî sewqî nexweşxaneyê hatiyû kirin tevî hemû mudaxileyan jiyana xwe ji dest da. Polîs li derdorê bûyerê tevdîrên ewlehiyê girtin û ji bo bersûcên reviyane bigirin, xebat dan destpêkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.