Li Hewlêrê dengê teqînan 2024-04-14 09:27:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarok û navçeyên Hewlêrê dengê teqînên mezin hat. Tê gotin ku dibe li dijî Hewlêrê bi moşekan êriş hatibe kirin.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; li gelek bajarok û navçeyên Hewlêrê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Tê gotin ku dibe li dijî Hewlêrê êrişa bi moşekan hatibe kirin.    Li gorî agahiyan;  duh bi şev li dijî navçeyên Soran, Akrê, Şeladizê, Biradost û Enkawayê dengê teqînan hatin bihîstin. Gelek welatiyan dîmenên êrişan liser medyaya civakî parve kirin.   Li aliyê din di dema dengê teqînan de baregeha Koalîsyona Navnetewî ya li Hewlêrê sîstema hewayî ya parastinê akîf kiriye û tê gotin 3 moşek hatine xistin. Herwiha Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî zengila hişyariyê lê da.   Ne Hikûmeta Iraqê ne jî ya Herêma Federe ya Kurdistanê têkildarî teqînan heta niha jî tu daxuyaniyên fermî parve nekirine.