Tirkiyeyê du gundên Metînayê bombebaran kir 2024-04-14 10:02:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên dewleta tirk li qada Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê gundên Belave û Guherzê bombebaran kirin.    Balafirên artêşa tirk gundên Metînayê ya Dihokê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bombebaran kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê; çavkaniyên herêmî gotin ku gundên Belave û Guherzê bi balafirên şer hatine bombebarankirin.    Têkildarî encamên êrişê tu agahî nehatin bidestxistin.