Firarê şerê di navbera malbatan de ku 9 kes miribûn 10 meh piştre hate girtin 2024-04-14 15:10:16   AMED - Li Bismilê di navbera du malbatan de şer derketibû û 9 kes hatibûn kuştin. Yek ji firarên bûyerê Behçet Taş 10 meh piştre li Êlihê hate girtin.    Di 15’ê hezîrana 2023’yan de li gundê Şîdada yê navçeya Bismil a Amedê ji ber lihevnekirina ser erdî, di navvbera malbatên Alyamaç û Taş de ku xizmên hev in, şer derketibû. Di şer de Orhan, Serhat, Halîl û Mehmet Can Taş û Mehmet Emîn, Selîm, Muhammed, Yûnûs û Omer Alyamaç jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê gumanbar hatibûn binçavkirin û 12 jê girtî, 10 jê firarî û 9 jî serbest derheqê 31 gumanbaran de îdianame hate amadekirin.    Îdianame, ji hêla 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Ji 31 bersûcan derheqê 26’an de ji ber sûcê “Kuştina biqesdî” 5 caran cezayê muebbeta giran hate birîn, ji ber guleyên li cendirmeyan hatine reşandin bi sûcê “Hewldana kuştinê ya biqesdî” ji 117 salan heta 180 salan cezayê hefsê hate xwestin. Di îdianameyê de derheqê 5 bersûcan de jî ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî û biqesdî” 4 caran cezayê muebbeta girankirî û ji ber sûcê “Hewldana kuştina biqesdî” jî li her yekî ji 338 salan hate 530 salan cezayê hefsê hate xwestin. Behçet Taş ku ji ber sûcê “Kuştina plankirî ya biqesdî” û “Hewldana kuştina biqesdî” firarî bû, li ser îxbarê li Êlihê di encama serdegirtina mala ku xwe lê vedişart de hate binçavkirin. Taş, piştî karûbarên li cendirmeyan, sewqî edliyeyê hate kirin. Taş, hate girtin û şandin girtîgehê.