Fîdan bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê re hevdîtin kir 2024-04-14 15:42:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pipştî êrişa Tehranê ya li dijî Îsraîlê, li ser telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan re hevdîtin kir.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pipştî êrişa Tehranê ya li dijî Îsraîlê, li ser telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan re hevdîtin kir. Hat zanîn ku piştî Abdullahiyan ragihand ku êrişên wan bi dawî bûne, Fîdan lê geriyaye.    Hat diyarkirin ku Fîdan xwestiye gavên rageşiya herêmê zêde dikin neyên avêtin û Abdullahiyan jî gotiye heke li dijî wan êriş neyê kirin dê ew jî tu êrişan nekin.    Wezareta Karên Derve têkildarî êrişa duh heta niha jî tu daxuyaniyên fermî nedaye.