Daxwaza ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê hate redkirin 2024-04-14 17:05:57 NAVENDA NÛÇEYAN - AKP’ê ji bo dubarekirina hilbijartina Gumuşhaneyê serî li YSK’ê da û YSK’ê ev daxwaza red kir.    Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxwaza AKP’ê ya ji bo betalkirina hilbijartina Gumuşhaneyê û dubarekirina wê red kir.    Di hilbijartinên 31’ê Adarê de MHP’ê li Gumuşhaneyê 6 hezar û 690 deng, AKP’ê jî 6 hezar û 141 deng standibû.