Di êrişa SÎHA’yê ya Şarbajêr de ciwanek hate qetilkirin 2024-04-14 18:47:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Gelale yê girêdayî Şarbajêr malek hate bombekirin, di malê de ciwanê bi navê Mihemed Seîd hate qetilkirin.    Balafireke Biçek a Bêmirov (SÎHA) a hate diyarkirin ku aydê dewleta tirk e duh bi şev êrişî maleke li gundê Gelale yê Şarbajêr kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê ciwanê bi navê Mihemed Seîd ku li gundê Gelale dixebite di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.    Hate diyarkirin ku Mihemed Seîd ê li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe dijiya ji bo bixebite hatiye gundê Gelaleyê. Cenazeyê Mihemed Seîd şandin Saziya Tiba Edlî ya li Silêmaniyê. Têkildarî êrişê jî hêj tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.    Li aliyê din balafirên şer ên dewleta tirk êrişî gundê Guherze û Bilava yên navçeya Amediyê ya Duhokê kirin.