Zarokê ku kete çem rakirin nexweşxaneyê 2024-04-14 18:57:38   ŞIRNEX - Zarokê ku li navçeya Cizîrê kete çem, rakirin nexweşxaneyê.    Li Parka Melayê Cizîrî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê zarokek ket Çemê Dîcleyê û ji aliyê personelê parkê yê Şaredariya Cizîrê ve ji çem hate derxistin.    Hate zanîn ku zarokê ji aliyê tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê ve birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li beşa lezgîn a nexweşxaneyê tê dermankirin.