Li Amedê keyfxweşiya serkeftinê 2024-04-14 19:54:56   AMED - Li Amedê piştî serkeftina Amedsporê bi deh hezaran kes daketin qadan û serkeftin pîroz kirin.    Amedsporê li Stadyûma Gaziyê li deplasmana Kastamonûsporê, ew 1 û 0 têk bir. Ev serkeftina Amedsporê li Amedê bi keyfxweşiyeke mezin hate pîrozkirin. Maça ku di qenala TFF’ê ya Youtubê de bi awayekî zindî hate weşandin, ji aliyê 160 hezar kesan ve hate temaşekirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi ekranên mezin ên li Park Orman û Meydana Kentê danîn re malovaniya bi deh hezaran alîgiran kir. Bi deh hezaran alîgiran, piştî ku tîma wan bi ser ket li bajêr daketin kolanan. Bi deh hezaran alîgirên ji hin cihên cuda yên bajêr herikîn Semta Ofîsê ya navçeya navendî ya Bajarê Nû û serkeftina tîma xwe pîroz kirin.    Alîgirên ku her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Vaye şampiyan, vaye alîgir” , “Bijî berxwedana Amedê” , “Li ber xwe bide Amed” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin, bi meşale û fîşekên hewayî serkeftina tîma xwe pîroz kirin. Alîgiran bi saetan li ber dahol û zirneyê govend gerandin û serkeftina tîma xwe pîroz kirin. Balkêş bû ku di nava alîgiran de herî zêde jin û ciwan hebûn. Hin alîgiran jî li nava bajêr serkeftina tîma xwe bi tûra konvoyê pîroz kirin.