DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî 2024-04-15 14:33:05   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari ser gora wî parêzer Kemal Akalin bi bîr anî.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari li Goristana Karşiyakayê serdana gora parêzer Kemal Akalin ê jiyana xwe ji dest dabû kir. Tevî malbata Akalin, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), gelek nûnerên saziyên sivîl tev li serdana gora Akalin bûn.    ‘BI NASNAMEYA XWE YA BI RIK MIN EW NAS KIR’   Kesên kurnefîl anîne, yek bi yek danîn ser gora Akalin. Hatîmogullari sersaxiya malbatê xwest û wiha axivî: “Dema ez ewil hatim Enqereyê, min ew nas kir. Ew mirovekî ku tevahiya emrê xwe di têkoşînê ve derbas kir, şoreşger û demokratekî ku tu caran di têkoşîna xwe paş de gav neavêt bû. Li gel têkoşîna hiqûqê ya her kesê bû, parastvanê mafê mirovan û şoreşgerek bû. Min kekê Kemal bi nasnameya xwe ya bi rik ew nas kir. Ew li hember her kesê, di hêla anîna ziman a rastiyan de, pir bi rik bû.”   ‘TU CAR JI BÎR NAKIN’   Hatîmogullari bi bîr xist ku Akalin dema nexweş bû jî ji şopandina Doza Kobanê paş de nema û derbarê wê pêvajoyê de ev tişt gotin: “Dema ku jê re digotin, ‘Tu çima hatî, tu nexweş î’ ew jî birsiva ‘Ez qerdarê hevalên xwe yên di hundir de me, ji ber wê têm. Naxwazim wan tenê bihêlim’ dida.” Hatîmogullari axaftina xwe bi gotina “Em te tu car ji bîr nakin” bi dawî kir.