Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin 2024-04-17 08:56:42 ŞIRNEX - Ketina Çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ji bo 15 rojan hate qedexekirin.    Walîtiya Şirnexê ketina Çiyayê Kato yê li navçeya Elkê ji bo 15 rojan qedexe kir. Waltiyê ragihand ku herêm weke “herêma ewlehiya taybet a derbasdar” îlan kiriye. Qedexe dê heta 1’ê gulanê berdewam bike.