Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e 2024-04-17 09:02:32   RIHA - Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, têkildarî çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, diyar kirin ku bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka herkesê ye û bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1999'an de bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin, 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdeke girankirî de tê ragirtin. Herî dawî Abdullah Ocalan di 25'ê adara 2021'an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re çend deqîqeyan axivî û piştî wê rojê ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayri Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim tu agahî nayên girtin. Li dijî agahî negirtina ji Abdullah Ocalan di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek welatên cîhanê çalakiyên cûr bi cûr tên li darxistin û gel li qadan daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin.    Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de çalakî berdewam dikin. Çalakiya gireva birçîbûne ku girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyayê de li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin di 4'ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû bû. Girtiyan di vê qonaxê de biryar girtin ku dadgehan boykot bikin û bi malbatên xwe re telefonê neaxivin û dernekevin hevdîtinên bi malbatan re. Çalakiya girtiyan di roja 143'yan de didome. Endam û rêveberên saziyên hiqûqê yên Rihayê ku tekildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin.    'DAXWAZÊN GIRTIYAN HIQÛQÎ NE'   Serokê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê Ahmet Taş bi lêv kir ku daxwazên girtiyan hiqûqî ne û ev tişt gotin: “Divê rayedarên dewletê ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên bi lezgînî gavan biavêjin. Lê ji ber ku dewlet vê berpirsyariyê bi cih naîne, gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Daxwazên girtiyan daxwazên rewa ne. Ji bo ku dewlet van daxwazan qebûl neke tu astengiyek hiquqî nîne, lê dewlet ji ber sedemên siyasî van daxwazan qebûl nake. Hevdîtina bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan re mafekî bingehîn e û astengkirina vî mafî ne rewa ye. Girtî ji bo vî mafê bingehîn ê ku dewletê pêk neaniye bi cih bînin, neçar bûn ku çalakiyeke bi vî rengî bidin destpêkirin. Bi van çalakiyan girtî hewl didin dewletê bînin ser xeta hiqûqê.”   BANGAWAZÎ   Taş, destnîşan kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rêgezên hiqûqî yên peymanên navneteweyî tên binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tecrîdê re gelek binpêkirinên mafên bingehîn pêk tên. Beriya her tiştî mafê ragihandinê, mafê darizandina adil û mafê azadiya derbirînê tê binpêkirin. Heke tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan berdewam bike dê li gelek qadan maf bên binpêkirin û bêhiqûqî bibin qanûn. Heya ku pêşî li vê bêhiqûqiyê neyê girtin dê rê li ber bêhiqûqiyên din jî bê vekirin. Ji bo ev bêhiqûqî bi dawî bibe divê baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî bikevin nava liv û tevgerê û ji bo bidawîkirina vê tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixînin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe, wê sibê ev bêhiqûqî li dijî hemû muxalîfan were sepandin. Lewma divê li hemberî vê rewşa tecrîdê bertekên tund bên nîşandan. Divê bi çalakiyên cûr bi cûr pêşî li vê bêhiqûqiyê bê girtin.”   'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E'   Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Mûstafa Vefa anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li cîhanê tuneyê û got ku bi tecrîde re Tirkiye hiqûqa xwe binpê dike. Vefa axaftina xwe wiha domand: “Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzîkatiya wê ya li dijî pirsgirêka kurd radixe ber çavan. Ji sala 1999’an û vir ve ji bo Abdullah Ocalan qanûnên taybet tên derxistin. Li Girava Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran berdewam dike. Lewma li hemberî vê tecrîdê reflekseke civakî derdikeve holê. Ji ber ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e, girtiyan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li her qadê belav bûye, neçar man çalakiyek bi vî rengî bidin destpêkirin. Ev rêbaz demokratîk û rewa ye. Daxwazên qanûnî ne. Bi van çalakiyan re girtî dewletê hişyar dikin ku qanûnê bi cih bîne.”   'DIVÊ TIRKIYE BÊ DARIZANDIN'   Vefa bal kişand ser pirsgirêkên ku ji ber çalakiya girtiyan derkevin holê û wiha pê dê çû: “Bi van çalakiyan wê fikarên malbatên wan zêdetir bibin. Ji ber ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene û dema malbatên wan agahî ji wan negirin dê bibe sedema fikarên giran. Her wiha heke girtî dernekevin dadgehê ev yek dê bibe sedem ku doz demeke dirêj bidome. Ji aliyekî reflekseke civakî heye ku hewl dide dewletê bîne ser xeta hiqûqî û li aliyê din jî dewleteke ku hiqûqa xwe pêk nayîne heye. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Tecrîda li ser girtîgeha Îmraliyê ne tenê kurdan, her kesî eleqedar dike. Partiyên muxalîf jî eleqedar dike. Heke ev bêedaletî ji holê ranebe wê ev bê serê her kesî. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe divê rêxistinên hiqûqî li dijî tecrîdê demildest çalakiyên bi bandor bimeşînin. Her wiha divê Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ji ber binpêkirinên hevpeymanan Tirkiyeyê darizînin. Divê raya giştî ya demokratîk jî piştgiriya girtiyan bikin."   'PIRSGIRÊKA ME HEMÛYAN E'   Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel jî ji bo daxwazên girtiyan bi cih werin wiha banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kir: “Girtiyan bi dirûşma ‘Em ê di şert û mercên Abdullah Ocalan de bijîn’ çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke din kirin. Li gel van çalakiyan, ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan ên dibe ku li girtiyên siyasî bên kirin û daxwazên wan bînin rojevê, me dest bi serdana girtîgehan jî kir. Niha li hemû girtîgehan tecrîd tê meşandin. Ji bo ev çalakî bi dawî bibin divê dewlet van daxwazên qanûnî pêk bîne. Ev daxwaz ne tenê berpirsyariya girtiyan e, pirsgirêka hemû raya giştî ye. Divê raya giştî ya demokratîk li hemberî van daxwazan bi hestiyar tevbigerê û piştgiriya girtiyan bike. Li hemberî vê divê rêxistinên hiqûqî, raya giştî ya demokratîk û rêxistinên sivîl bertek nîşan bidin ku ev bê hiqûqî bi dawî bibe, tecrîd be rakirin û daxwazên girtiyan bên qebûl kirin. Ev bêhiqûqî pirsgirêka me hemûyan e.”   MA / Mahmût Altintaş