Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e 2024-04-18 09:23:48   STENBOL - Serokê Şaxa Hêjmar 3 ya Egîtîm Senê Huseyîn Tosû bertek nîşanî çalakiya MÎT'ê ya ji bo xwendekarên 5-14 salî da û got: "Divê sazî û rêxistinên ku eleqeya wan bi perwerdehiyê tune ye, têkildarî perwerdehiyê projeyan çênekin."    Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi boneya 23'ê Nîsanê ji zarokan xwest ku bi peyvên "ewlehî", "îstixbarat" û "sîxurê veşarî" nameyekê binivîsin. Di daxuyaniya MÎTê de ku li ser malpera xwe belav kir, hat xwestin ku zarokên temenê wan di navbera 5-14 salan de hêza xwe ya xeyalî bi kar bînin. Serokê Şaxa Hejmara 3'yan a Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê ya Stenbolê (Egîtîm Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Huseyîn Tosû, vê çalakiya bû cihê bertakn nirxand.   PERWERDEHÎ KARÊ PERDEKARAN E   Tosû bertek nîşanî wan sazî û rêxistinên ku eleqeya wan bi perwerdehiyê tune ye, lê radibin projeyên der baêr perwerdheiyê de çêdikin da û got: "MÎT ne alîgirê perwerdehiyê ye." Tosû bal kişand ku çalakiya "sîxûrên biçûk" a MÎT'ê dê bandorên neyînî li zarokan bike û got: "Mixabin perwerde di rewşeke wisa aloz de ye ku ne qada peywirê ya MÎT'ê ye. Ji bilî perwerdekaran, her kes projeyên girêdayî perwerdehiyê çêdike. Di çarçoveya ÇEDES'ê de Diyanet û terîqat projeyan çêdikin. Her çend ne di çarçoveya erka MÎT'ê de be jî, em vê pêşbaziyê rast nabînin. Perwerde divê ji perwerdekaran re bê hiştin."   Tosû destnîşan kir ku di warê perwerdehiyê de gelek pirsgirêk hene û divê perwerdekar van pirsgirêkan çareser bikin û got: “Pirsgirêkên di warê wesfa perwerdeyê de, kêmbûna perwerdehiya zanistî, pirsgirêka xwenegihandina perwerdehiyê, perwerdehiya biheq, perwerdehiya ku tê xwestin bibe ya olî... hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê bi perwerdekar û aliyên têkildar re proje bên pêşxistin. MÎT û Diyanet ne aliyekî perwerdehiyê ne. Mezheb ne aliyê perwerdehiyê ne. Ji ber vê yekê em guncan nabînin ku sazî û rêxistinên ku tu têkiliya wan bi perwerdehiyê re tune ye, projeyên têkildarî perwerdeyê pêş bixin. Em ji bo derûniya zarokên xwe jî baş nabînin. Divê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî di vê mijarê de polîtîkayekê pêş bixe. Pêkanîna projeyên bi vî rengî, dê encamên nebaş derxîne holê."   ‘DIVÊ DAWÎ LI VAN PROJEYAN BÊ'   Tosû da zanîn ku Tirkiye di pîvanên navneteweyî de di asta herî jêr de ye û wiha got: “Mixabin em nikarin di warê zanistên pozîtîf de yên wekî matematîk û fenê de perwerdehiyeke baş bidin. Di vî warî de binesaziya heyî têr nake. Ji dêvla em van pirgirêkan çareser bikin, desthilatdar projeyên di çaçroveya bîrdoziya xwe de bi rêya hin sazî û rêxistinan hildiberîne. Divê dawî li van projeyan bê. Divê bi awayekî baştir nêzî perwerdheiyê bibin."    Tosû destnîşan kir ku ew ê li dijî van polîtîkayan bitêkoşin.